Serok Barzanî peyamek sersaqiyê jiber wefata Elî Ebdula pêşkêş kir

Serok Barzanî peyameke sersaiyê pêşkêş kir
کوردستان TV
100%

 

 

Serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ji ber koça dawî ya cîgirê serokê PDKê yê berê Elî Ebdula peyameke serxweşiyê belav kir.

Peyama serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî waha ye:

Bi navê xwedayê bexşîner û mîhreban

Mixabin xebera koça dawî ya tekoşer û xebatkarê gelê me û yek ji damezrînerê PDKê mamosta Elî Ebdula min bihîst. Kak Elî Ebdula mamostayê kurdbûn û partîbûn û ji bo min bixwe wek birayê mezin û mamostayê şoreşgeriyê bû.

Ez gelek bi xem im, ji ber ji destdana kesek xebatkarê wek mamosta Elî Ebdula û cîhê destê wî karwan xebat û kurdbûna gelê me de diyar e û berdewam jî dê her bimîne. Ji ber vê bûyera xemgîn ez serxweşiyê li xwe û hemû endam û alîgirên PDKê û hemû gelê Kurdistanê dikim. Ji xwedayê mezin daxwazê dikim lê razîbe û mamosta Elî Ebdula bi biheşta berîn şad bike û sebir û aramî bo hemû aliyan bibexşe.

Mesûd Barzanî

24.10.2017.

Partiya Demokrat a Kurdistanê

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.