Plana Tirkiye û Îraqê serkeftî nabe

plana hevbeş ya Îraq û Tirkiyeyê li dijî Kurdistanê serkeftî nabe
کوردستان TV
100%

 

Piştî referandûma serxwebûna Herêma Kurdistanê ku di 25ê Îlonê de pêkhatî Tirkiye gelek caran e dibêje, em ê derîyekî sînor yê nû vekin û deriyê Xabûrê bigrin.

 Li ser mimkûnbûna vê yekê em bi pisporê erdnîgariyê Abdurahman Onen re axifîn ku ew niha li ser berhemeke ku ji her alî ve nexşeya Kurdistanê dê derxe holê dixebite.

Beriya niha Ajansa Reutersê ragihandibû ku Wezîrê Neftê yê Iraqê Cebar El Luaybî dîrektîf daye ku xeta boriya neftê a navbera Kerkûk û Ceyhanê tamîr bikin.

 Ev yek jî wekî bypaskirina xeta neftê a Kerkûk û Ceyhanê hatibû nirxandin. Li ser vê mijarê Onen ji hêla erdnîgarî ve berê xwe da bûyere û nirxand.

Onen li ser vê meseleyê ji ajansa Sputnikê re axifî û got: ‘Aniha deriyê ku ji Silopî li Zaxoyê vedibe heke bigrin, divê hîn li Başûr ber bi Rojava ve vekin.' Onen weha pê de çû: "Li wê derê jî li Başûrê Zaxo Sêmêl (Sêmalka) heye, di destê Başûr de ye.

 Hîn li Rojava Dêrika Hemko heye ew jî li ser Rojava ye. ne dikarin di ser Dêrikê re derbas bibin, ew der axa Rojavayê Kurdistanê ye. An jî divê di ser Sêmêlê re derbas bibin, Sêmêl jî axa Başûre Kurdistanê ye.

 Wekî din tu rê tune ne ku derbasî hêla Telafer bibin. Yanî cihê hêrî nêzîkî Silopî ku Tirkiyê karibe derbasî Iraqê bibe Telafer e. Lê divê an di ser Sêmêlê re here, an di ser Dêrikê re derbasî Telaferê bibe. Her du alî jî axa Kurdistanê ne. Ji ber wê jî ji hêla erdnîgarî ve tu rê ji wan re tuneye ku bikaribin xwe bighînin Telaferê û ji wê derê derbasî Musilê bibin. Bi ya min erdekî wan ku xwe tê re derbasî telaferê bikin tuneye."

Li ser pirseke ku sedemên vê yekê çine ku Tirkiye û Iraq van tiştan dibêjin jî Onen weha bersiv da: " Dikarin deriyê Xabûrê bypass bikin, lê deriyê ku li Rojava veke dîsa axa Kurdistanê ye. jixwe ku mimkûn bûya heta niha wan ê ev derî vekira. Ew jî dizanin ku ne mimkune. Tenê fortan dikin û dibên em ê deri vekin derî vekin.

Tuyê vekî jî dîsa tê derbasî Sêmêlê bibe an jî tê derbasî Dêrika Hemko bibe. Ew jî dizanin ku ev ne mimkûne. Veke tê çawa derbasî Telafer û Musilê bibe. Bêyî Sêmêl û Dêrikê ev yek ne mimkûne. Lê fortan dikin."

Onen li ser xeta neftê jî ku bi heman awayî tê qalkirin ku dê xeteke neftê ya din were vekirin jî axifî û got: "Belê ew jî heman tişte. Yanî xeta neftê ya ku ji Kerkûkê te di ser Silopî re digihije Bahra Sipî, ji Kerkûkê destpêdike, di ber Hewlerê re û di ber Duhokê re û Zaxo re derbas dibe. Hîn li Rojava ku tiştek kir divê Dêrikê û Sêmêlê bypass bike.

Li ser wê rêyê Şêxan heye, Tilkêf heye, Maxmûr heye, Dibis heye. Ew giş axa Kurdistanê ne. Yanî ji bona xeta neftê jî rê ji wan re tuneye ku xwe bighînin nefta Kurdistanê. Bi heman awayî axa Kurdistanê li hember wan astenge ne mimkune ku di wan deran re derbas bibin. Ew jî dizanin ku ev ne mimkûne. Lê ji hêla erdnîgarî ve tu derfêtan wan tuneye.

Fethullah Ozmen

 

Rojname

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.