Mimkune were pirsin ku ew çi sernivîse û wateya vê çiye anjî çi tikêliyeke navbera daxwazên PKK û Erdoganê de heye? Raste li gor sernivîsê têgehêştin ji sernivîsê di destpêkê de ne asane lê di rastî de dema li armancên PKK û armancên Erdogan bimizinin vê demê baş were fêm kirin ku gelo mebest û armanca min ji vê sernivîsê çi bûye.
Dema kolandina xendeqan li hinek bajarên bakûrê Kurdistanê, hikûmeta Tirkiyeyê bi tevahiya dezgeh û organên xwe ve agehdarî plana pkkê bû, jiber ku beriya kolandina xendeqan, mît, artêş, cendirme, polîs û cerdewan jî gelek bi başî û eşkereyî dizanîbûn ka gelo kî,kê, hatiye nava gund anjî bajar, çek û cebelxane bo kûderê hatine veguhastin. Di destpêka veguhastina wan tiştan de hikûmet ku bo xwe dizanîbû çi dike, dengê xwe nekir, pişt re dema PKK prosesa ragehandina xweseriyê ragehand û xendeq hatin kolandin, şer destpê kir û bajarên Kurdan wêran kirin û Kurd kuştin, aware û koçber kirin.
Ew bajarên ku hatin wêrankirin, navend û çavkaniya xeta neteweperestiya Kurdî bûn li Bakûrê Kurdistanê. Li ser daxwaza hikûmeta AKPê û bi destên PKK bi ragehandina prosesa xweseriyê, şereke gelek dijwar li dijî xeta neteweperestiya Kurdî hat meşandin û encamên vê jî ji her kes re rûn û eşkerene.
Li Efrîn jî dîsan heman plan û heman proses hate dubare kirin, şervanên YPGê bi qasî du mehan li ber xwe dan, lê pişt re PKK jiber ku desthilat dariya AKP û Erdogan li ser Rojavayê Kurdistanê jî bisepîne, YPG neçar kir daku ji Efrînê vekêşe û Efrîn radestî artêşa Tirk û cîhadiyên radîkal yên ser bi Tirkiyeyê ve bike.
Niha li Şingal jî dixwazên heman planê dûbare bikin, PKK dibêje ez ji Şingalê vedikêşim lê dîsan jî dibêje eger Tirkiye êrîş bike ezê bi tundî berevanî ji Şingalê bikim.
Wateya wan gotin û daxuyaniyên PKKê ewin ku ji Tirikiyeyê dixwaze were Şingal jî dagîr bike, daku rêya navbera her du perçeyên Kurdistanê( Başûr û Rojava) were daxistin û artêşa Tirkiyeyê di navbera wan her du perçeyan de bicîh bibe.
Raste pkk dema şerê dijî DIŞIê li Şingalê roleke baş lîst û mirov nabe nankor be û lazime spasiya PKKê jî bike ( bêgoman xeta neteweperestî ya nava PKKê, nek xeta çepger û komarîxwaz).
Lê piştî bidawî hatina şerê dijî DIŞIê lazim bû ku PKK ji Şingalê vekêşiya ba û derfet ji Tirkiyeyê re nedabe daku amadekarî bo operasiyoneke leşkerî bo ser Şingal û sînorên navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê bike, lê pkk ew nekir û bi fermî Tirkiye bo dagîr kirina wan deveran vexwand.
Tişta ku gelek mirov diêşîne ewe ku PKK li ser navê Kurdatiyê, bi rastî jî dijatiya Kurd û nirxên netewî yên Kurdan û destkeftinên netewî yên Kurdan dike û li gel neyarên Kurdan tev digere. Nimûneya vê jî li Bakûrê Kurdistanê di dema xendeqan de û herwiha bi radest kirina çiyayê Asosê bi artêşa Îranê hat îsbatkirin.
Niha hem pkk û hem jî Erdogan û dewleta Tirikiyeyê li dijî dewleta Kurdî ne, her yek bi awayekî şerê dijî dewleta Kurdî dike lê armanca wan ya serekî asteng kirina prosesa damezrandina dewleta Kurdiye.
Erdogan bi dagîr kirina Efrîn re got: Min rêya gehêştina dewleta Kurdî bo ser behirê daxist û êdî nikarên dewletê ragehînin.
PKKê jî dibêje ragihandina dewletê karekî paşkeftiye û modela dewletê nemaye û lazime em hewl bo komara demokratîk ya tirkiyeyê bidin, komara ku li dijî her cure nixr û pîroziyeke netewî ya gelê Kurd û Kurdistanê ye.
Vê ca hem PKK û hem jî Erdoganê ku xwe kiriye xelîfeya serdem ya osmaniyan, dixwazin her çawe bûye pêşiya prosesa ragihandina dewleta Kurdî bigirin û ji bo vê yekê jî PKK hertim bi nav û gotinên cuda cuda, hincet û derfetan bo Erdogan û Tirkiyeyê çê dike daku êrîşî ser destkeftiyên Kurdan bike û rewşa Kurdistanê bi awayek aloz bike ku kurd prosesa ragihandina dewleta Kurdistanî ji bîr bikin.
Erdelan Goran