Dibje Amerîka û çend welatên din navbeyinkariyê dikin.
Fermandarê giştî yê hêzên Sûriyeya Demokratîk ( HSD) Mezlûm Ebdî di hevpeyvînekê de li gel çapemeniya cîhanî behsa çend mijarên girîng kiriye.
Mezlûm Ebdî eşkere kiriye ku, ti têkiliyeke HSD bi şerê PKK û Tirkiyeyê re tuneye û HSD ne beşeke ji PKK.
Mezlûm Ebdî herwiha eşkere kiriye ku, hilweşandina rejîma Besê gaveke girîng û dîrokî bû.
Nav hatî tekez li ser vê yekê kiriye ku, danûstan di navbera wan û desthilata nû ya Sûriyeyê de heye, Amerîka, Brîtanya, Franse û çend welatên din di navbera HSD û desthilata nû ya Sûriyeyê de navbeyinkariyê dikin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin