Li gel Netanyahu behsa agirbestê kiriye.
Li gor çapemeniya Îsraîlî, nunerê Serokê Amerîkayê bo karûbarên Rojhilata Navîn Steve Witkoff bi serdaneke fermî gehêştiye Til Avîvê û li gel Serokwezîrê Îsraîlê Benjamîn Netanyahu civiyaye.
Çapemeniya Îsraîlî qala vê yekê kiriye ku, di civînê de nîqaş li ser domandina agirbestê û bihêztir kirina hewldanên heyî yên bo azad kirina dîlan hatiye kirin.
Ji aliyeke din ve hate zanîn ku, vê Netanyahu di rojên pêşde weke yekem mêwanê biyanî yê Serokê nû yê Amerîkayê serdana Washingtonê bike.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin