Serokê herêmê li gel Organîzatorê balyozxaneya Amerîkayê civiya

behsa rewşa Êzidiyan jî hatiye kirin.
کوردستان TV
100%

Behsa rewşa Kurdistanê û têkiliyên herêm û hikûmeta federalî hate kirin.

Îro li Hewlêrê Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li gel Organîzatorê balyozxaneya Amerîkayê li Îraqê Daniel Rubenstein civiya.

Di civînê de giftûgo derbarê têkiliyên Amerîkayê yên li gel Îraq û herêma Kurdistanê, têkiliyên Hewlêr û Bexdayê, rewşa  herêma Kurdistanê, encamên hilbijartinên parlementoya Kurdistanê, hewlên ava kirina kabîneya nû, yekxistina hêzên pêşmerge, reformên nava hêzên pêşmerge, rewşa Sûriye û deverê hate kirin.

Daniel Rubenstein tekez li ser pêbendiya Amerîkayê bo piştîvanî kirina herêma Kurdistan û Îraqê kir û Serokê herêma Kurdistanê jî spasiya piştîvaniyên Amerîkayê yên bo Kurdistanê bi taybetî piştîvaniyên şerê dijî terorê kir.

Li ser parastina aramî û asayîşa deverê û herwiha hewldan bo dabîn kirina aştiyeke hertimî li deverê de hemfikir bûn û nîqaş li ser rewşa Êzidiyan li Şingalê û mesîhî û pêkhateyên din li deşta Nînovayê kirin.

Di civîna han de yaku, Konsulusê Amerîkayê yê li Hewlêrê jî têde beşdar bû nîqaş li ser çend mijarên cîhê girîngiya hevbeş hate kirin.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.