Gotara hikûmeta herêmê di civîna mafên mirovan de hate pêşkêşkirin.
Nunerê hikûmeta herêma Kurdistanê bo karûbarên navnetewî beşdariya 48mîn civîna giştî ya taybet bi mafên mirovan kir û di civînê de gotarek li ser navê hikûmeta herêma Kurdistanê pêşkêş kir.
Di gotara hikûmeta herêma Kurdistanê de hatiye diyarkirin ku, niha li Kurdistanê 1 miliyon û 900 hezar û 788 aware û penaber ji Sûriye, Îraq û welatên din yên derdorê li herêma Kurdistanê nîştecîhne.
Nunerê hikûmeta herêma Kurdistanê bo karûbarên navnetewî Dîndar Zêbarî ragihand ku, di nava çar salên derbasbûyî de bi giştî hezar û 456 kes bi tawana terorê û 689 kes jî bi tawana sîxoriyê li herêma Kurdistanê de hatine cezakirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin