Behsa têkiliyên navbera Kurdistan û Almanyayê hatiye kirin.
Îro li Pîrmamê Serok Barzanî pêşwaziya şandeke Almanî bi Serokatiya wezîrê dewlet li wezareta derve ya Almanyayê û Organîzatorê taybetî yê wezareta derve ya Almanyayê bo karûbarên Sûriyeyê Tobias Lindner kir.
Di civînê de nirxandin bo rewşa siyasî, ewlekarî û pêşhatên deverê û Sûriyeyê û herwiha metirsiyên ser hildana terorê û rola aliyên Kurdî li Sûriyeyê di pêşeroja vê welatî de û pêwîstiya parastina aramî û pişt girêdan bi şêwazên aştiyane û diyalogê di navbera aliyan de hate kirin.
Derbarê pêşeroja gelê Kurd li Sûriyeyê de Serok Barzanî rixmî balkêşandine ser dîroka xebat û karesatên ku, bi ser gelê Kurd de hatine, hevdem tekez li ser vê yekê kir ku, lazime aliyên Kurdî li Sûriyeyê bihevre biryar li ser çarenivîsa xwe bidin û bi aştî û diyalogê kêşeyan çareser bikin û herwiha sîstema siyasî ya nû ya Sûriyeyê têgehêştin bo rewşa gelê Kurd û daxwaz, maf û taybetmendiyên gelê Kurd hebe.
Her di vê civînê de giftûgo derbarê rewşa siyasiya herêmê û prosesa giftûgoya navebra aliyên siyasî yên herêmê bo ava kirina kabîneya nû ya hikûmeta herêma Kurdistanê hate kirin û wezîrê dewlet li wezareta derve ya Almanyayê prosesa hilbijaratinên parlementoya herêma Kurdistanê û zêdebûna rêjeya beşdariyê di hilbijartinê de bi serkeftî û mînak wesif kir.
Di berdewaniya civînê de tekez li ser têkiliyên dîrokî yên di navbera gelê Kurdistanê û Almanyayê hate kirin û Serok Barzanî spasiya hikûmet û gelê Almanyayê kir ku, di şerê dijî terorîstên DIŞIê hevkariya hêzên pêşmerge û herêma Kurdistanê kirine. Şanda mêwan jî ragihand ku, Almanya piştîvanê gelê Kurdistanê ye û di her rewşekê de li gl hikûmeta herêmê di nava hevahengiyê de dibe.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin