Mesrûr Barzanî dawetî Dîmeşqê hate kirin

behsa parastina mafên Kurdan hatiye kirin.
100%

Li gel wezîrê derve yê Sûriyeyê civiya.

Îro li Davosê Serokwezîr Mesrûr Barzanî li gel wezîrê derve yê Sûriyeyê civiya û piştî civînê jî wisa nivîsand:

Îro di çarçoveya beşdarî kirina me di komcivîna abûriya cîhanî ya Davosê de li gel wezîrê derve yê Sûriyeyê birêz Esed Şeybanî civiyan.

Di giftûgoyeke dostane de me rewşa giştî ya Sûriyeyê, pêşde birina têkiliyên du alî û guhertin û pêşhatên deverê nirxandin.

Wezîrê derve yê Sûriyeyê bi awayeke kurt behsa rewşa nû ya Sûriyeyê û hewlên îdareya nû yê bo vegerandina aramî, emnahî û dabîn kirina xizmetgozariyên giştî yên bo welatiyên Sûriyeyê kir.

Wezîrê derve yê Sûriyeyê behsa vê yekê kir ku, Kurd xuşik û birayên mene û pêkhateyeke girîng û resen ya Sûriyeyê ne û em wan piştrast dikin ku, mafên wan parastî dibin.

Wezîrê derve yê Sûriyeyê bi fermî me bo Dîmeşqê dawet kir û got: Hêvî dikim di pêşerojeke nêz de li Dîmeşqê we bibînim.

Me ev yek dubare kir ku, parastina aştî û aramiya Sûriyeyê bo me gelek girînge û di vê derbarê de amadene her cure piştgîrî û hevkariyeke pêwîst pêşkêşî xuşik û birayên xwe li Sûriyeyê bikin.

Li ser pêwîstiya parastina mafên tevahiya pêkhateyên Sûriyeyê di nava wan de jî gelê Kurd hemfikir bûn.

Di beşeke din ya giftûgoyê de me hewlên Serok Barzanî yên bo lihev nêz kirina aliyên Kurdî û parastina asayîş û aramiyê li Sûriyeyê bilind nirxandin.

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.