Kurdistan û Almanya têkiliyên xwe bihêztir dikin.
Îro Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya wezîrê dewlet li wezareta derve ya Almanyayê û Organîzatorê taybet yê wezareta derve ya Almanyayê bo karûbarên Sûriyeyê Tobias Lindner û şandeke pê re kir.
Di civînê de her du alî giftûgo derbarê pêşde birina têkiliyên Almanyayê yên li gel Îraq û herêma Kurdistanê kir û nîqaş li ser têkiliyên Hewlêr û Bexdayê, hilbijartinên parlementoyê, rewşa Îraq û herêma Kurdistanê û rewşa Sûriyeyê kirin.
Serokê herêma Kurdistanê spasiya hevkarî û piştîvaniyên Almanyayê yên di warê leşkerî, siyasî û însanî de bo Îraq û herêma Kurdistanê kir û tekez li ser xwesteka herêma Kurdistanê ya bo berfiretir kirina hevkarî û hevbeşiya li gel Almanyayê di tevahiya waran de kir.
Ji aliyê xwe ve Tobias Lindner jî ecîbmayî bûna xwe ya li hember prosesa hilbijartinên parlementoya Kurdistanê û rêjeya beşdariya welatiyan diyar kir û behsa hewlên heyî yên bo ava kirina kabîneya nû ya hikûmeta herêma Kurdistanê kir.
Derbarê rewşa deverê de jî her du alî tekez li ser girîngiya parastina aramî û hevkariya tevahiya aliyan bo dûr xistina deverê ji aloziyan kir.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin