Amerîka hûsî jî xiste nava lîsteya terorê

Amerîka biryara jinav birina karînên leşkerî yên hûsiyan da.
100%

Dibêje vê êrîşî ser wan bikin.

Bi biryara Serokê Amerîkayê Donald Trump, bo cara ewil hikûmeta Amerîkayê navê çekdarên hûsî yên li Yemenê yên ku, ji aliyê Îranê ve têne piştîvanîkirin, xiste nava lîsteya terorê.

Li gor vê biryarnameya han, ji îro pêde Amerîka û tevahiya hevpeymanên cîhanî û herêmî yên Amerîkayê weke terorîst li hember hûsiyan tevdigerin û şerê wan dikin.

Di biryarnameya Serokatî ya Amerîkayê de hatiye nivîsandin ku, Amerîka û hevpeymanên wan berdewam dibin li ser ji nav birina karînên leşkerî û locistîkî yên hûsiyan.

Nûçe Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.