Di peyaman de sersaxî bo gelê Tirkiyeyê hatiye xwestin.
Duhê bişev her yek ji Serok Barzanî û Serokê herêma Kurdistanê û Serokwezîr, bi peyamên cuda cuda yên ku, li ser hesabê xwe yên li X belav kirine, sersaxî dan gel û malbetên qurbaniyên şewata Bolu ya li Tirkiyeyê.
Serok Barzanî di peyama xwe de rixmî diyar kirina hevbeşiya xwe bo xema wan, hevdem daxwaz ji xwedê kiriye rihê miriyan şad bike û birîndaran jî bilez şefa bide.
Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî bi heman awayî diyar kiriye ku, bi bihîstina nûçeya vê karesata han gelek xemgîn bûye, lewre daxwaza rehmê bo miriyan û daxwaza şefaya bilez bo birîndaran dike.
Nêçîrvan Barzanî eşkere kiriye ku, di wan demên dijwar de hizra wan li cem gelê Tirkiyeyê ye.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî jî sersaxî daye malbeta qurbaniyan û hêviya başbûna bilez bo birîndaran jî xwestiye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin