Li gel Serokê Îmaratê behsa têkiliyên du alî kirine.
Îro Serokwezîrê herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Ebû Zebî li gel Serokê Îmaratê civiya û piştî civînê jî Mesrûr Barzanî wisa nivîsand;
Li bajarê Ebû Zebiya paytext li gel Serokê dewleta Îmaratê xwedan şiko Şêx Mihemed bin Ziyad Al Nehiyan civiyan.
Me pêşhat û guhertinên dawî yên li Îraq û deverê nirxandin û tekez li ser bihêztir kirina zêdetir ya têkiliyên dostane yên di navbera herêma Kurdistan û Îmaratê û pêşde birina hevkarî û hevahengiya du alî di warên curbicur de kir.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin