Konsulusê Felestînê xatir ji Serokê herêmê xwest.
Îro yekşem Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Konsulusê giştî yê Felestînê yê li herêma Kurdistanê Nezmî Hizûrî kir ku, jiber bi dawî hatina pîwerdariya xwe serdana Serokê herêmê kiribû.
Di civînê de Serokê herêmê spasiya Konsulusê Felestînê kir ku, di dema pîwerdariya xwe de hewl bo bihêztir kirina têkiliyên navbera Kurdistan û Felestînê daye û hêviya serkeftinê jî di pîwerdariya nû de jê re xwest.
Ji aliyê xwe ve Konsulusê Felestînê jî spasiya Serokê herêmê û hikûmeta herêma Kurdistanê kir û tekez li ser xwesteka Felestînê yabo pêşde birina têkiliyan li gel Kurdistanê kir.
Rewşa deverê û agirbesta Xezeyê mijarên din yên vê civînê bûn.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin