Serokê herêmê li gel şandeke Amerîkî civiya

behsa guhertinên dawî yên li Sûriyeyê hatiye kirin.
100%

Behsa têkiliyên navbera Hewlêr û Bexdayê hate kirin.

Îro Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya şandeke Amerîkî bi Serokatiya Cîgira alîkarê wezîrê derve yê Amerîkayê bo karûbarên Rojhilata navîn Victoria Taylor kir.

Di civînê de têkiliyên Amerîkayê yên li gel Îraq û herêma Kurdistanê, têkiliyên Hewlêr û Bexdayê, hewldanên heyî yên bo ava kirina  kabîneya nû ya hikûmeta Kurdistanê, rewşa siyasiya Îraqê û pêşhatên dawî yên deverê hatin nirxandin û nîqaş li ser guhertinên vê dawiyê yên li Sûriyeyê hate kirin.

Li ser girîngiya çareser kirina kêşeyên Hewlêr û Bexdayê li ser esasê destûr û rêkeftinan her du alî hemfikir bûn û tekez li ser parastina aramiya deverê û dûr xistina Îraqê ji aloziyên heyî yên li Rojhilata Navîn de kirin.

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.