Behsa rewşa Îraq û deverê hate kirin.
Îro li Pîrmamê Serok Barzanî pêşwaziya şandeke Amerîkî bi Serokatiya Cîgira alîkarê wezîrê derve yê Amerîkayê Xatû Victoria Taylor kir.
Di civînê de giftûgo derbarê rewşa siyasî, ewlekarî û pêşhatên dawî yên li Îraq û deverê û Sûriyeyê hate kirin.
Cîgira alîkarê wezîrê derve yê Amerîkayê jiber şandina nunerê taybetî yê xwe bo Sûriyeyê destxweşî li Serok Barzanî kir û tekez li ser vê yekê kir ku, Amerîka piştgîriya her hewlek dike ku, bibe sedema lihev nêz bûna aliyên Kurdî û dabîn kirina aramiyê li Sûriye û deverê de.
Di beşeke din ya vê civînê de giftûgo derbarê têkiliyên navbera hikûmeta herêmê û hikûmeta federalî û hewldanên heyî yên bo çareser kirina kêşeyên heyî hate kirin.
Şanda mêwan kêfxweşiya xwe ya li hember danûstandina aliyên Kurdî bo bilez damezrandina kabîneya nû ya hikûmeta herêma Kurdistanê diyar kir.
Gefên derketina terorê, pêwîst bûna parastina aramiya Îraq û deverê mijarên din yên vê civînê bûn.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin