Dibêje dron berhema welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ne
Berpirsê Navenda Ragihandinê ya QSD’ê Ferhad Şamî agahiyên der barê peymanekê navbera hêzên QSD’ê û Îranê de ji bo wergirtina hezar û 500 dronan derewandin û got, ” dronên QSD’ê bi kar tîne berhema tecrûbeya welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ne.”
Li gor nûçeyeke rojanhî tv Berpirsê Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê Ferhad Şamî der barê agahiya ser peymanekê navbera hêzên QSD’ê û Îranê de ji bo kirîna hezar û 500 dronan de daxuyaniyek da.
Ferhad Şamî di daxuyaniya xwe de wiha got: “Medyaya Tirkiyê ku piştgiriya siyaseta hikumeta Tirkiyê ya qirkirinê gelên herêmê dike nûçeyên derew belav dike. Medyaya Tirkiyeyê nûçeyek dûrî rastiyê û derewîn belav kir ku di navbera hêzên me û Îranê de peymanek heye ku hezar û 500 dron wergirin.
Armanca van agahiyên derew ku medyaya Tirkiyeyê belav dike ew e ku zirarê bigihîne hêz û gelê me û rewşeke dijberî doza gelê me li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo raya giştî ya navneteweyî çêke.
Şervanên me yên ku sûd ji pisporiya xwe di şerê li dijî rêxistina terorîst a DAIŞˋê de wergirtine, di demên borî de derfetên xwe yên leşkerî yên xweber bi pêş xistin û ji wan derfetan jî çêkirina dronan e. Ew dron berhema tecrûbeya welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ne.”
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin