Îsraîl daxwaza parçe kirin Sûriyeyê dike

vê Sûriye li ser çend kantonan were dabeşkirin.
100%

Vê konferanseke cîhanî jî bo vê yekê were organîzekirin.

Kabîneya hikûmeta Îsraîlê civîneke berfire li dar xistiye û di civîna xwe de giftûgo derbarê parçe kirina Sûriyeyê li ser çend kantonan hatiye kirin.

Her di civîna han de biryar hatiye dayîn daku, Îsraîl li ser asta cîhanî jî vê yekê piraktîze bike û bo vê yekê Îsraîl daxwaza organîze kirina konferanseke taybet dike.

Di vê derbarê de wezîrê enerjiyê yê Îsraîlê Eli Cohen diyar kiriye ku, beriya civîna Serokwezîr û wezîrê berevanî ya derbarê metirsiyên li Sûriyeyê û rewşa Kurd û Durziyan, civata wezîran civiyaye û biryar li ser parçe kirina Sûriyeyê daye û herwiha biryar hatiye dayîn daku, Îsraîl bi tevahiya hêz û karînên xwe yên siyasî, abûrî û leşkerî hewl bo parçe kirina Sûriyeyê li ser çend kantonan bide.

 

Rojhilata navîn Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.