Cîhadiyên Tirkiyeyê xwe bo êrîş kirinê amade dikin

wezîrê derve yê Tirkiyeyê jî gotiye birayên me xwe bo operasiyoneke mezin amade dikin.
کوردستان TV
100%

Çekên giran topxane şandine eniyên şer.

Li gor daxuyaniyeke navenda çavdêriya mafên mirovan ya Sûrî, komên cîhadî yên ser bi Tirkiyeyê ve, piştî şikestên dijwar li ser destê HSD li derdorê bendava Tişrînê, vê carê xwe bo êrîşên berfire li çend aliyan ve amade dikin.

Navenda çavdêriya mafên mirovan ya Sûriyeyê diyar kiriye ku, komên cîhadî yên Tirkiyeyê hijmareke gelek zêde cîhadî, çekên giran û topxane şandine eniyên şer li Tişrîn, Til Temer û Kobanê.

Ji aliyeke din ve duhê bişev wezîrê derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan jî ragihandibû ku, birayên me berdewamin li ser operasiyonên xwe yên dijî HSD û di wan rojan de birayên me dest bi operasiyonên berfiretir dikin.

 

Rojhilata navîn Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.