Rewşa Îranê metirsîdare

dibêje dolar bigehêje 90 hezar tomen abûriya Îranê îflas dike.
کوردستان TV
100%

Pispor dibêjin rejîma Îranê ber bi hilweşandinê ve diçe.

Buhayê tomenê Îranî li hember diravên biyanî her diçe zêdetir dadibeze û di vê derbarê de jî pisporên Îranî hişdarî didine rejîma Îranê û dibêjin rejîm ber bi hilweşandinê ve diçe.

Di vê çarçoveyê de pisporê abûrî û herwiha Parlementerê Îranî Lotfulah Siyaheykelî di daxuyaniyekê de ji rojnameya Ticaret news ya Îranî re ragihandiye ku, rewşa Îranê jiber lawaziya abûrî, gelek metirsîdare û rejîm nikare buhayê tomenê xwe biparêze lewre dolar roj bi roj girantir dibe û eger buhayê dolarê bigehêje 90 hezar toman vê demê abûriya rejîmê îflas dike û rejîm jî tê hilweşandin, lê hinek rayedarên rejîmê hîn jî di xevê dene û nizanin çi diqewme.

Rojhilata navîn Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.