Li Qeterê hatibûn girtin.
Wezareta derve ya Îranê belav kiriye ku, piştî hewldanên zêde li gel rayedarên Qeterî, hikûmeta Qeterê razî bûye ku, 10 welatiyên Îranî yên ku, li Qeterê girtî bûn azad bike.
Wezareta derve ya Îranê eşkere kiriye ku, ev her 10 welatiyên Îranî gehêştine Îranê.
Beriya niha hikûmeta Qeterê eşkere kiribû ku, hijmareke welatiyên Îranî bi tawanên sîxorî û madeyên hişber hatine girtin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin