ENKS û HSD dicivin

civîn di bin çavdêriya Amerîkayê de tê lidarxistin.
100%

Civîn li Qamîşloyê tê li darxistin.

Li gor zaniyariyên ku, Peyamnêrê me yê li Rojavayê dane, îro duşem vê şandeke ENKS li Qamîşloyê serdana Fermandarê giştî yê HSD Mezlûm Ebdî bike û li gel Mezlûm Ebdî bicive.

Civîn dibin çavdêriya Amerîka û Franseyê de tê lidarxistin û di civînê de giftûgo derbarê ava kirina yekdengî û yekrêziya aliyên Kurdî yên li Rojavayê tê kirin.

Weke tê zanîn ev çend roje Amerîkî û Frensî hewl bo ava kirina yekdengî û yekrêziya aliyên Kurdî didin.

Ji aliyeke din ve Oldarê navdar yê Kurd Şêx Mûrşid Xeznewî jî beriya çend rojan serdana Rojavayê kiribû û li gel aliyên siyasî civiya bû û hem HSD, PYD û him jî ENKS soz dabûn daku, bicivin û hewl bo ava kirina yekrêzî û yekdengiya aliyên Kurdî bidin.

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.