Fransa: Divê Rêveberiya Xweser li Sûriyeyê bibe beşek ji veguhastina siyasî

Holenda jî piştîvaniya xwe bo gelê Kurd li Rojavayê diyar kiribû.
کوردستان TV
100%

Welatên Ewrûpî piştîvaniya xwe bo Rojavayê diyar dikin.

Di çarçoveya piştîvaniyên welatên Ewrûpî bo Rojhilat û Bakûrê Sûriyeyê de, wezîrê derve yê Franseyê jî daxuyaniyek daye.

Wezîrê Karên Derve yê Fransayê banga parastina hevkarên li bakurê rojhilatê Sûriyeyê û misogerkirina mafên wan kir û daxwaz kir ku Rêveberiya Xweser li Sûriyeyê bibe beşek ji veguhastina siyasî.

Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean Noel Barrot banga parastina hevkarên li bakurê rojhilatê Sûriyeyê û misogerkirina mafên wan kir û got, “Ew di şerê li dijî rêxistina DAIŞˋê de aliyekî pir girîng in.”

Barrot diyar kir ku pêwist e Rêveberiya Xweser di guhartina siyasî ya li Sûriyeyê de beşdar be û got: “Fransa ji bo pêkanîna lihevkirinekê di navbera Tirkiyeyê û Kurdan li bakurê rojhilatê Sûriyeyê de di hewldanan de ye.

Pêwist e şer li Minbic û Kobanê raweste.”

Barrot ku birêvebirina Sûriyeya nû bi gotinan nabe dê bi demê re bi partîkî aşkera bibe.

Barrot got rakirina cezayan û pêşkêşkirina alîkariyên ji bo ji nû ve tamîrkirina li Sûriyeyê bi pêkanînên siyasî û ewlehî yên zelal ve girêdayî ne.

Rojhilata navîn Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.