Dibêje Erdogan bûye nokerê Amerîka û Îsraîlê.
Aloziyên navbera Îran û Tirkiyeyê yên derbarê hilweşandina rejîma Beşar Esed berdewamin û piştî daxuyaniya Şêwirmendê Rêberê Îranê Elî Ekber welayetî ya derbarê Erdogan de ku, gotibû Erdogan bûye kartê destê Amerîka û Îsraîlê, Rêberê Îranê Elî Xamneyî jî rexneyên dijwar li Erdogan kiribû.
Her di vê çarçoveyê de Mele û Îmamê Tehranê Ehmed Xatemî di gotareke xwe de rexneyên dijwar û gef li Erdogan kir.
Elî Xatemî eşkere kiriye ku, Erdogan bûye nokerê Îsraîl û Amerîkayê, xiyaneteke mezin li Misilmanan kiriye lewre lazime hesabê vê xiyanetê bide û rojek Mislmanên cîhanê hesaba vê xiyanetê ji Erdogan bipirsin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin