Behsa têkiliyên du alî kirin.
Îro Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwaziya balyozê Komara Çek li Îraqê kir û piştî civînê jî Serokwezîr wisa nivîsand;
Îro me pêşwaziya balyozê nû yê Komara Çek li Îraqê birêz Jan Šnaidauf kir.
Di civînê de me giftûgo derbarê pêşde birina têkiliyên du alî û girîngiya ava kirina kabîneya nû y a hikûmeta herêma Kurdistanê di demeke zû de kir.
Me pîrozbayî li balyoz kir û hêviya serkeftinê jî di pîwerdariya nû de jê re xwest.
Balyozê Komara Çek xwesteka welatê xwe bo pêşde birina zêdetir ya têkiliyên welatê xwe li gel herêma Kurdistanê di tevahiya waran de diyar kir.
Çareser kirina kêşeyên herêmê û hikûmeta federalî û dabîn kirina mafên destûrî û şayîsteyên darayî yên herêmê beşeke din ya giftûgoya me bûn.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin