Îro bi minasebeta roja alaya Kurdistanê çend çalakî hatin organîzekirin.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 17.12.2024an, li Kelha Hewlêrê beşdarî merasima rêzgirtina li Alaya Kurdistanê bû.
Di merasimê de ku hijmareke nûnerên pêkhateyên olî û neteweyî yên Herêma Kurdistanê amade bûn, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Roja Alaya Kurdistanê li gelê Kurdistanê, hêzên Pêşmerge û malbatên şehîdan pîroz kir.
Tekez kir jî, “Alaya Kurdistanê sembola têkoşîna gelê Kurdistanê û sembola yekitiya me ye, ji ber wê divê her Kurdistaniyek vê alayê bilind bike.”
Serokwezîr Mesrûr Barzanî got: “Herêma me ber bi guherînên bilez ve diçe û bûyerên hestiyar diqewimin, lewma divê hemû hêzên siyasî nakokiyên xwe bidin aliyekî û ji bo parastina welat yekhelwest bin, ji bo rûbirûbûna astengî û guhertinên li herêmê. Herwiha divê hikûmeteke bihêz a berfireh bê avakirin, da ku em amade bin ji bo rûbirûbûna guhertinan û berdewam bin di xizmetkirina berjewendiyên gelê Kurdistanê de.
Di dawiyê de, Serokwezîr spasiya xweragiriya xelkê Kurdistanê kir ku tevî hemû zext û zor û zehmetiyan di dema derbasbûyî de bi ser de hatine, lê bi xweragirane rawestiyan,bi taybet ku zexta neşandina mûçe û mafên darayî yên gelê Kurdistanê, ew xiste nava rewşeke nehevseng de, lê belê her li ber xwe dan. Ji ber wê jî ez spasiya gelê Kurdistanê dikim û destxweşiyê jî li wan Pêşmergeyên qehreman dikim ku hertim ji bo parastina ax û welatê me amade ne xwe feda bikin û li eniyên pêş ên berevaniyê ne.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin