Stayîşa rola herêma Kurdistanê di şerê dijî DIŞIê de hate kirin.
Îro li Hewlêrê Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Fermandarê hêzên hevpeymaniya cîhanî dijî DIŞIê li Îraqê û Sûriyeyê Jeneral Kevin Leahy kir.
Di civînê de ku, wezîrê karûbarên pêşmerge jî têde beşdar bû, giftûgo derbarê pêşhatên rewşa ewlekarî ya Îraq û Sûriyeyê hate kirin û herwiha di çarçoveya hewlên bo ji nav birina DIŞIê û paşmayiyên DIŞIê tekez li ser bihêztir kirina hevkarî û hevahengiya navbera hêzên pêşmerge, artêşa Îraqê û hevpeymaniya cîhanî de hate kirin.
Serokê herêma Kurdistanê rixmî tekez kirin li ser girîngiya berdewamiya piştîvaniya hevpeymaniya navnetewî bo Îraqê, stayîşa hevahengiya hevpeymanan bo rûbirû bûna gefên terorîstan kir û hevkariya navbera tevahiya aliyan weke kilîla bihêztir kirina asayîşa Îraqê bilêv kir.
Ji aliyê xwe ve Jeneral Leahy jî stayîşa rola herêma Kurdistanê û hêzên pêşmerge di şerê dijî terorê de kir û pêbendiya hêzên hevpeymanan bo berdewamiya piştgîtî kirin ji Îraq û herêma Kurdistanê bo parastina aramî û nehêştina gef û metirsiyên DIŞIê diyar kir.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin