Serokê herêmê li gel şandeke leşkerî ya Brîtanî civiya

behsa şerê dijî terorê hatiye kirin.
100%


Serokerkanê hêzên leşkerî Serokatiya vê şanda han dike.

Îro li Hewlêrê Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya şandeke Brîtanî bi Serokatiya Serokerkanê hêzên leşkerî yên Brîtanyayê Admiral Sir Anthony Radakin kir.

Di civînê de ku, Cîgirê Serokê herêmê, wezîrê pêşmerge, Serokerkanê hêzên pêşmerge û balyozê Brîtanyayê yê li Îraqê jî têde beşdar bûn, giftûgo derbarê rewşa niha ya Îraq û herêma Kurdistanê, pêşhatên lezgîn yên li deverê bi taybetî Sûriye û pîwerdariya hevpeymaniya cîhanî ya dijî DIŞIê hate kirin.

Her di heman civînê de nîqaş li ser têkiliyên Brîtanyayê yên li gel Îraq û Kurdistanê hate kirin.

Serokê herêmê stayîşa rol û piştîvaniyên Brîtanyayê bo Îraq û herêma Kurdistanê kir û rêzdariya Kurdistanê jî bo hêzên Brîtanî diyar kir ku, hevkariya hêzên pêşmerge dikin bo serxistina prosesa reformên nava hêzên pêşmerge û yekxistina hêzên pêşmerge.

Ji aliyê xwe ve Admiral Sir Anthony Radakin pêbendiya welatê xwe bo piştîvaniya zêdetir û bihêztir kirina hevkarî û hevbeşî li gel Îraq û herêma Kurdistanê diyar kir û tekez li ser vê yekê kir ku, gelek girînge hevkarî û hevbeşiya me bo pişt rast bûn ji parastina ewlekarî û aramiya Îraq û deverê berdewam be.

Di beşeke din ya civînê de çend mijarên din hatin nirxandin.

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.