Dibêje aramiya Kurdistanê bo me gelek girînge.
Îro li Pîrmamê Serok Barzanî pêşwaziya balyozê Beljîkayê yê li Îraq û Urdinê birêz Serge Diction kir.
Di civînê de balyozê Beljîkayê stayîşa rola Serok Barzanî di nava xebata gelê Kurdistanê û dabîn kirina aramiyê li herêma Kurdistanê û Îraqê de kir û jiber serkeftina prosesa hilbijartinên parlementoya Kurdistanê pîrozbayî li Serk Barzanî kir û ragihand ku, beşdariya rêjeyaka zêde ya xelkê di hilbijartinê de pêngaveke bibandore bo bihêz bûna ferimiyet û şeriyetê.
Balyozê Beljîkayê tekez li ser vê yekê kir ku, Beljîka û Yekîtiya Ewrûpayê gelek girîng bi aramiya heyî ya li Kurdistanê de didin.
Her di heman civînê de giftûgo derbarê pêşhat û guhertinên dawî yên li deverê, şer û metirsiyên terorê û pêdiviya parastina asayîş û aramiya deverê hate kirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin