Dibêje em rê nadin Îran Sûriye bikar bîne.
Piştî ketina bajarê Helebê û pêşrewiya çekdarên cîhadî ber bi deverên din yên Sûriyeyê ve, rejîma Îranê jî dibêje amadeye bo piştîvaniya Esed hêzeke zêdetir bişîne Sûriyeyê û heta niha jî bo vê yekê çend gavên girîng avêtiye.
Piştî vê daxuyaniya rejîma Îranê, Îsraîl jî daxuyaniyek belav kir û hûşdarî da Îranê.
Hikûmeta Îsraîlê di daxuyaniya xwe de diyar kiriye ku, Îsraîl bi ti awayê rê nade Îran bi navê piştîvanî kirina Sûriyeyê çekan bo hizbulaha Libnanê bişîne û Îsraîl bi tundî êrîşî ser her cure karwaneke Îranî dike ku, bo deverê were şandin.
Ji aliyê xwe ve spaha Îsraîlê jî diyar kiriye ku, niha hizbulah li Libnanê rastî şikesteke mezin hatiye û em dixwazin pişt rast bibin ku, ji Sûriyeyê ve ti hevkariyeke leşkerî bo hizbulahê nayê şandin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin