Hêzeke gelek zêde şandiye derdorê Helebê.
Piştî ketina bajarê Helebê û pêşrewî kirina çekdaran ber bi Hemayê ve, artêşa Sûriyeyê yaku, vekêşabû, dîsa bi hêzeke zêde vegeriya derdorê Helebê.
Di vê derbarê de ajansa sana ya Sûrî ragihandiye ku, hêzên artêşa bi piştîvaniya hêzên Rûsî karîne bajarê Xenasir ya li navçeya Sefîr ya li derdorê Helebê kontrol bike.
Artêşa Sûriyeyê diyar kiriye ku, vê bi darê zorê tevahiya terorîstan derbixe û kontrola tevahiya navçeyên bin destê cîhadiyan bixe destê xwe.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin