Êrîşeke hûsiyan hate pûç kirin

derbarê zirarên êrîşê de ti zaniyarî nehatine belavkirin.
کوردستان TV
100%

Ev êrîş bo ser keştiyên Amerîkî û keştiyên bazirganî bûye.

Çend seatek piştî daxuyaniya Hûsiyan ya derbarê êrîş kirine ser keştiyên cengî û bazirganî yên Amerîkî yên li deverê de, Fermandariya navendî ya Amerîkayê jî daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniya Fermandariya navendî ya Amerîkayê de hatiye nivîsandin ku, hêzên wan yên li deverê karîne êrîşeke hûsiyan bo ser keştiyên cengî û bazirganî yên li deverê pûç bikin.

Di beşeke din ya vê daxuyaniya han de hatiye eşkere kirin ku, hûsî bi hajek û dronan êrîşî ser keştiyên Amerîkî û keştiyên bazirganî kirine lê hêzên Amerîkî karîne bersifa êrîşê bidin û êrîşê pûç bikin.

Nûçe Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.