Serok Barzanî: Cudatî di navbera opozîsyona Îranî û Tirkiyeyê de heye

dibêje DIŞI hîn jî metirsiyeke cidiye bo ser Îraqê.
100%

Li gel kanala SKY news ya Erebî hevpeyvîn kiriye.

Serok Barzanî di hevpeyvînek de li gel kanala SKYnews ya Erebî behsa çend mijaran kiriye û ragihandiye ku, rakêşana Îraqê bo nava şerê niha ya li Rojhilata Navîn de zirareke mezin dide Îraqê û domandina şerê bo şer kêşeyeke mezine û daxwaz ji tevahiya aliyan dikim aştiyê hilbijêrên.

Derbarê herêma Kurdistanê de jî Serok Barzanî diyar kiriye ku, ne di berejwendiya Kurd deye ku, li gel Îran anjî Tirkiyeyê têkiliyên xwe têk bibe û niha têkilî li gel wan du welatan normalin û em rê nadin ti kes û aliyek jî destwerdanî di karûbarên me de bike.

Serok Barzanî di beşeke din ya vê hevpeyvîna han de dibêje cudatî di navbera opozîsyona Îran û opozîsyona Tirkiyeyê de heye, opozîsyona Îranê destwerdanî di karûbarên me de nake û şîretên heyî cîhbicîh dike lê pkk guhê bi şîretan dane û destwerdanî dike.

Derbarê rewşa navxweyî ya Îraqê de jî Serok Barzanî huşdarî dide û dibêje DIŞI hîn jî metirsiyeke cidiye eger hevpeymanan vekêşin bêyî ku, artêşa Îraqê were amadekirin vê demê Îraq rastî kêşeyeke mezin dibe jiber ku, di warê asmanî de Îraq lawaze.

Derbarê têkiliyên navbera Hewlêr û Bexdayê de jî Serok Barzanî got: Têkilî niha başin lê çend kêşe hene û li ser wan danûstandin tê kirin weke para herêma Kurdistanê ji petrolê.

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.