Dibêje îtlaata Îranê gelek lawaze.
Wezîrê berê yê îtlaata Îranê Mehmûd Elewî ragihand ku, îtlaata Îranê weke ku, tê gotin ne çalak û jêhatiye belku, gelek lawaze.
Mehmûd Elewî herwiha diyar kiriye ku, îtlaat di warê çalakiyên derve de gelek lawaze û mînaka wê jî di bûyerên kuştina zanayên etomî yên Îranê de hatiye dîtin û 4 zanayên etomî yên Îranê hatin kuştin lê îtlaata Îranê nikarî ne bikuj bibîne û ne jî çawetiya kuştina wan eşkere bike.
Elewî herwiha eşkere kiriye ku, îtlaata Îranê di dosyeya zaniyarê Îranî Muhsên Fexrîzade de jî rastî şikestê hatiye lê bo ku, şikestên xwe veşêre çend kesan binçav dike û dibêje ev sîxorin lê rastî ne wisaye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin