Li Serê Kaniyê 11 kes hatin kuştin

duhê jî li Babê 15 çekdar hatibûn kuştin.
100%

HSD êrîşî ser komên çekdar kiriye.

Li gor çapemeniya herêmî, hêzên HSD êrîşî ser xaleke komên çekdar yên ser bi Tirkiyeyê li gundewarên ser bi Serê Kaniyê ve kirine.

Di encama êrîşa han de navenda komên çekdar ku, weke navendeke derbas kirina xelkê deverê bo Tirkiyeyê hatiye bikaranîn hatiye teqandin û di encam de herî kêm 11 kes hatine kuştin ku, piraniya wan endamên komên çekdarin.

Duhê jî li navçeya Babê HSD êrîşî ser komên çekdar kiribû û herî kêm 15 çekdar hatibûn kuştin.

Rojhilata navîn Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.