Herî kêm 15 cîhadî hatine kuştin.
Li gor nûçeyeke Elerebiye elcedîde, îro danê sibê li Bakûrê Rojhilatê Helebê di navbera komên cîhadî yên ser bi Tirkiyeyê û şervanên HSD de şer û pevçûn qewmiye.
Di encama şer û pevçûnan de herî kêm 15 cîhadiyên ser bi Tirkiyeyê hatine kuştin û gelek cîhadiyên din jî birîndar bûne.
Çavkaniyê diyar kiriye ku, şervanên HSD karîne çend xal û pêgehên wan komên cîhadî jî kontrol bikin û bixin destê xwe.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin