Dibêje 10 hezar leşkerên Koreya Bakûr li Rûsyeyê ne.
Wezîrê berevanî yê Amerîkayê Lloyd Austin di daxuyaniya xwe ya herî dawî de behsa hebûna leşkerên Koreya Bakûr li Rûsyeyê kiriye û ragihandiye ku, Koreya Bakûr bo piştîvanî kirina Rûsyeyê di şerê Ukraynayê de leşkerên xwe şandiye Rûsyeyê.
Lloyd Austin di daxuyaniya xwe de diyar kiriye ku, zaniyariyên bawermend di destê wan de hene ku, niha 10 hezar leşkerên Koreya Bakûr li Rûsyeyê dijî Ukraynayê şer dikin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin