Stayîşa çanda bihevre jiyana aştiyane hatiye kirin.
Îro li Pîrmamê Serok Barzanî pêşwaziya Konsulusê Misirê yê li herêma Kurdistanê Mehmûd Faroq Amir kir.
Di civînê de Konsulusê Misirê li Hewlêrê jiber serkeftina prosesa hilbijartinên parlementoya Kurdistanê pîrozbayî li Serok Barzanî kir û ragihand ku, rêjeya bilind ya beşdarî kirina xelkê di hilbijartinê di rewşeke aram û medenî de destkefteke gelek girînge û nîşaneya pêgehêştî û pêgeha bililnd ya herêma Kurdistanê li Îraq û deverê deye.
Konsulusê Misirê herwiha stayîşa çanda bihevre jiyana aştîxwazane ya gelê Kurdistanê kir û rola dîrokî ya Serok Barzanî bo parastin û bihêztir kirina çanda han bilind nirxand.
Her di vê civînê de Serok Barzanî jî behsa têkiliyên di navbera gelê Kurdistan û gelê Misirê de kir û têkiliyên han bi dîrokî û dostane û bibandor wesif kir.
Serok Barzanî rixmî balkêşandine ser dîroka xebat û qurbanîdana gelê Kurdistanê hevdem tekez li ser bihêztir kirina çanda bihevre jiyan û aştî weke take rêya dawî anîn bi karesat û azarên gelên deverê kir.
Di beşeke din ya vê civînê de her du alî nîqaş li ser rewşa siyasî ya Îraq û deverê û têkiliyên navbera hikûmeta herêmê û hikûmeta federalî û serdana vê dawiyê ya Serokwezîrê Îraqê bo herêma Kurdistanê kirin û ev serdan bi pêngaveke girîng bo hemahengî û çareseriya kêşeyan hate wesifkirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin