Serok Barzanî li gel balyozê Polendayê civiya.
Îro li Pîrmamê Serok Barzanî pêşwaziya balyozê Polendayê yê li Îraqê Marjan Kubiak civiya.
Di civînê de balyozê Polendayê jiber serkeftina prosesa hilbijartinê û serkeftina PDK pîrozbayî li Serok Barzanî kir û rêzdariya xwe ya li hember rola Serok Barzanî û dezgehên hikûmeta herêma Krudistanê bo dabîn kirina aramî û pêşde birinê diyar kir û ragihand ku, Polenda bi girîngî ve li rola herêma Kurdistanê li Îraqê û deverê de dinêre û dixwaze têkilî û dostatiya xwe li gel herêma Kurdistanê de di her warî de bi taybetî jî di warên perwerde, xwendina bilind û çandiniyê de bihêztir bike.
Her di heman civînê de Serok Barzanî jî spasiya balyozê Polendayê kir û tekez li ser dostatî û têkiliyên du alî kir.
Serok Barzanî rixmî balkêşandine ser hilbijartinên parlementoya Kurdistanê hevdem ragihand ku, beşdariya zêde ya gelê Kurdistanê di hilbijartinê û di nava rewşeke aram de serê me tevahiya bilind kir.
Serok Barzanî diyar kir ku, çawe hilbijartin bi serkeftî hatiye kirin her wisa jî qonaxa ava kirina hikûmetê û danûstandina aliyên siyasî jî digehêje encam û em dixwazin hikûmeteke berfire li ser esasê encamên hilbijartinê were avakirin.
Di beşeke din ya vê civînê de giftûgo derbarê serdana çend rojên berê ya Serokwezîrê Îraqê bo herêma Kurdistanê û hewldanên heyî yên bo parastina aramiya Îraqê û dûr xistina Îraqê ji metirsiyên heyî hate kirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin