Artêşa Îraqê dest bi operasiyoneke berfire kir

armanc pêşî girtin ji hatina DIŞI bo Îraqê ye.
100%

Operasiyon li Rojavayê Îraqê destpê kiriye.

Li gor daxuyaniyeke artêşa Îraqê ev du roje hêzên leşkerî yên Îraqê li Rojavayê welat bi taybetî li nêzî Sûriyeyê, dest bi operasiyoneke berfire dijî DIŞIê û komên din yên çekdar kirine.

Artêşa Îraqê di daxuyaniya han de eşkere kiriye ku, armanc ji vê operasiyonê paqêj kirina rojavayê Îraqê ye ji DIŞI û paşmayiyên DIŞIê.

Artêşa Îraqê diyar kiriye ku, bi rêya vê operasiyona han hewl didin rêyên hatina terorîstên DIŞIê ji Sûriyeyê bo Îraqê dabixin.

Rojhilata navîn Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.