Dibêje Tirkiye welatekî dagîrkere,
Nûnerê Serokê Rûsyeyê yê bo karûbarên Sûriyeyê Aleksander Lavrentyev got, "Eger Tirkiye hêzên xwe yên dagirker venekişîne hevdîtina Esad û Erdogan zehmet e."
Nûnerê Taybet ê Serokê Rûsyayê yê karûbarên Sûriyeyê Aleksander Lavrentyev li ser Tirkiyeyê axivî û Tirkiye wekî "welatekî dagirker" bi nav kir.
Aleksander Lavrentyev diyar kir ku heta niha şert û mercên hevdîtinên di navbera Beşar Esed û Recep Tayyîp Erdogan de çênebûne.
Lavrentyev her wiha da zanîn ku têkiliyên di navbera wezaretên parastinê yên her du welatan de dewam dikin û wiha got:
"Bi baweriya min hê zû ye ku em behsa hevdîtina serokên van her du welatan bikin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin