Beşdarî di merasîmeke leşkerî de kir.
Îro Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî beşdariya ahenga bi dawî hatina gera 4an ya akademiya leşkerî ya Qela Çiwalan kir û gotarek jî pêşkêş kir.
Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di destpêka gotara xwe de pîrozbayî li Efserên ku, beşdarî gera perwerdehiyê kirine kir û herwiha spasiya Mamoste û rayedarên vê akademiya han jî kir.
Serokê herêma Kurdistanê di berdewamiya gotara xwe de behsa rola hêzên pêşmerge kir û anî ziman ku, hêzên pêşmerge her ji roja yekem ve heta îro bo parastina gelê Kurdistanê û mafên gelê Kurdistanê mertal bûne û îro gelek kêmfxweşim ku, dibînim ciwanên welatê min, bi awayeke zanistî û pêşkeftî di warê leşkerî de li vê akademiya han meznûn dibin û pîrozbayî li tevahiya wan dikim.
Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di beşeke din ji gotara xwe de tekez li ser berdewamiya prosesa yekxistina hêzên pêşmerge û reformên nava hêzên pêşmerge kir û got: Em piştîvaniya yekxistina hêzên pêşmerge û prosesa reforman dikin û lazime hêzên pêşmerge ji alozî û nakokiyên siyasî dûr bin û hêzeke nîştimanî bin û hêzên gelê Kurdistanê bi tawahiya pêkhateyan ve bin.
Nêçîrvan Barzanî herwiha tekez li ser bihêztir kirina hevahengiya navbera hêzên pêşmerge, artêşa Îraqê û hevpeymanan bo rûbirû bûna terorê kir.
Serokê herêma Kurdistanê behsa rewşa siyasî jî kir û anî ziman ku, bi liber çav derbas kirina rewşa Kurdistanê piştî hilbijartinên parlementoyê, lazime aliyên siyasî jî bi liber çav girtina berejwendiyên Kurdistanê, bi awayeke berpirsane dest bi diyaloga aveker bo ava kirina kabîneya nû bikin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin