Wezîrê tendirostî yê Îraqê dibêje zêdetir ji 30 kargehan têne avakirin.
Wezîrê tendirostî yê Îraqê Dr. Salih Hesnavî ragihand ku, hikûmet biryar daye daku, li Îraq û herêma Kurdistanê zêdetir ji 30 kargehên dermansaziyê werin avakirin û ev kargehên han vê bibin sedema nehêştina pêdiviyên Îraqê bi derve bo dabîn kirina dermanan.
Di daxuyaniya han de hatiye eşkere kirin ku, niha li herêma Kurdistanê karên ava kirina 20 kargehan berdewamin û li bajarên weke Kerbela, Necef, Besre, Dîwaniye, Selahedîn û Enbarê jî karên ava kirina wan kargehan berdewamin.
Nav hatî diyar kiriye ku, bi ava kirina wan kargehan di salên pêşiya me de di hikûmet dikare sedî 90 pêdiviyên xwe bi dermanê dabîn bike.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin