Amerîka dîsa êrîşî ser hûsiyan kir

dibêje bi wan êrîşan karînên hûsiyan tên jinavbirin.
کوردستان TV
100%

Gelek cebelxaneyên hûsiyan hatine wêrankirin.

Li gor daxuyaniyeke Fermandariya navendî ya Amerîkayê, şeva derbasbûyî careke din balefirên cengî yên Amerîkayê êrîşî ser çend pêgehên hûsiyan li Yemenê kirine.

Di daxuyaniya han de hatiye eşkere kirin ku, armanc ji wan êrîşan lawaz kirin û kêm kirina karînên hûsiyane û di vê çarçoveyê de duhê bişev çend cebelxaneyên mezin û navendên steratejîk yên hûsiyan hatine wêrankirin.

 

Nûçe Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.