Di civînê de behsa gelek mijaran hatiye kirin.
Îro li Hewlêrê Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Serokwezîrê Îraqê Mihemed Sûdanî kir.
Di civînê de giftûgo derbarê encamên hilbijartinên parlementoya Kurdistanê, pêngavên ava kirina kabîneya nû ya hikûmeta herêma Kurdistanê, têkiliyên navbera Hewlêr û Bexdayê, rewşa Îraqê û pêşhatên dawî yên li deverê de hate kirin.
Sûdanî di civînê de ji ber serkeftî bûna prosesa hilbijartinê pîrozbayî li Serokê herêmê kir û ragihand ku, rêjeya bilind ya beşdarî kirin di hilbijartinê de nîşaneya hişmendiya siyasî ya gelê Kurdistanê û pêbendî bi prosesa demokrasiyêye.
Her di heman civînê de her du alî tekez li ser girîngiya bihêztir kirina mekanîzma hevahengiya hevbeş û pêwîstiya çareser kirina dosyeyên hevbeş yên di navbera Hewlêr û Bexdayê de bi rêya diyaloga avaker û pêbendbûn bi destûra federalî kirin û li ser girîngiya berdewamiya diyaloga heyî bo bihêztir kirina hevkarî û pêşde birina têkiliyan hemfikir bûn.
Ji aliyê xwe ve Serokê herêmê stayîşa Serokwezîr û aliyên siyasî yên Îraqê kir bo serxistina prosesa hilbijartinê û tekez li ser girîngiya bihêztir kirina hevkariya navbera herêm û hikûmeta federalî di pêşerojê de kir.
Mijareke din ya civînê taybet bû bi pêhatên li Rojhilata Navîn û bandora wan li ser Îraqê û di vê derbarê de her du alî anîn ziman ku, lazime Îraq ji aloziyên heyî û bandorên wan were dûrxistin.
Têkiliyên Îraq û herêma Kurdistanê li gel welatên cîran û çawetiya bihêztir kirina wan têkiliyan mijarên din yên vê civîna han bûn.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin