Mesrûr Barzanî: Lazime hikûmeta nû bilez were ava kirin.

behsa serjimêriya giştî ya Îraqê hatiye kirin.
کوردستان TV
100%

Li gel balyozê Franseyê li Îraqê civiya.

Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel balyozê Franseyê yê li Îraqê civiya û piştî civînê jî Serokwezîr derbarê naveroka civînê de wisa nivîsand;

Îro me pêşwaziya balyozê Franseyê yê li Îraqê birêz Patrick Durrell kir.

Di civînê de balyozê Franseyê jiber serkeftina prosesa hilbijartinê û encamên hilbijartinê pîrozbayî li me kir û li ser girîngiya ava kirina hikûmeteke yekgitî û bihêz di demeke nêz de bo xizmet kirina welatiyên Kurdistanê û rûbirû  bûna guhertin û astengiyên li cîhan û deverê hemfikir bûn.

Her di heman civînê de me giftûgo derbarê kêşeyên navbera hikûmeta herêmê û hikûmeta federalî de kir û tekez li ser pêwîstiya dabîn kirina şayisteyên darayî û mafên destûrî yên herêma Kurdistanê kir.

Di beşeke din ya civînê de me giftûgo derbarê amadekariyên taybet bi serjimêriya giştî ya şêniyên Îraqê kir û tekez li ser vê yekê kir ku, herêma Kurdistanê piştîvaniya prosesa serjimêriyê dike bi mebesta geşe pêdan lê têbîniyên herêmê jî li ser prosesa han hene ku, lazime ev prosesa han bi şaşî neyê bikaranîn û nabe bi ti awayî bo mebestên siyasî were bikaranîn û nabe ti bandoreke nerênî jî li ser cîhbicîh kirina madeya 140 ya destûra federalî û çareser kirina kêşeyên navçeyên Kurdistanî yên derveya îdareya hikûmeta herêmê hebe.

 

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.