Li gel Balyoza Amerîkayê civiya.
Îro Serokwezîr Mesrûr Barzanî li gel balyoza Amerîkayê li Îraqê civiya û piştî civînê jî Serokwezîr wisa nivîsand;
Îro me pêşwaziya balyoza Amerîkayê li Îraqê birêz Alina Romanawski kir.
Mijara sereke ya giftûgoya me taybet bû bi rêkar û amadekariyên ava kirina kabîneya nû ya hikûmeta herêma Kurdistanê.
Li ser girîngiya jihev fêm kirina aliyên siyasî bo ava kirina kabîneya nû di demeke nêz de bo ku, kar û projeyên xizmetgozariyê bidomîne û xizmeta tevahiya welatî û pêkhateyên herêma Kurdistanê bike, hemfikir bûn.
Me tekez li ser vê yekê kir ku, lazime ava kirina hikûmeta nû li ser bingeha dengên aliyên siyasî û encamên hilbijartinan be û herwiha hikûmeteke bihêz, seraserî û yekgirtî be.
Her di heman civînê de me giftûgo derbarê rewş û aloziyên li Rojhilata navîn kir û li ser parastina asayîş û aramiya deverê û dûr xistina bandorên şer û aloziyên han li ser Îraq û herêma Kurdistanê hemfikir bûn.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin