Mesrûr Barzanî dibêje têkiliyên Kurdistan û Îmaratê gelek bihêzin.
Îro Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwaziya Konsulusê Îmaratê kir û piştî civînê jî Serokwezîr derbarê naveroka civînê de wisa nivîsand;
Îro me pêşwaziya Konsulusê giştî yê dewleta Îmaratê li herêma Kurdistanê birêz Ehmed Elzahirî kir ku, jiber bi dawî hatina dema pîwerdariya xwe serdana me kiribû.
Di civînê de me behsa têkiliyên bihêz yên di navbera herêma Kurdistan û Îmaratê de kir û spasiya Konsulusê jî kir ku, di wan salên dawî de bo pêşde birina têkiliyên du alî roleke girîng lîstiye.
Konsulusê Îmaratê jî têkiliyên welatê xwe yên li gel herêma Kurdistanê bi têkiliyên steratejîkî wesif kir û tekez li ser bihêztir kirina hevkarî û hevahengiya navbera her du aliyan di warên curbicur de kir.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin