Serokwezîr li gel balyozê nû yê Swîsê civiya

Swîs jî balyozxaneya xwe li Îraqê vekir.
100%

Swîs dixwaze têkiliyên xwe yên li gel Kurdistanê bihêztir bike.

Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya balyozê nû yê Swîsê li Îraqê kir û piştî civînê jî Serokwezîr wisa nivîsand;

Îro me pêşwaziya balyozê nû yê Swîsê yê li Îraqê birêz Daniel Hun kir.

Di civînê de jiber vekirina balyozxaneya Swîsê li Bexdayê û destbikar bûna balyozê nû me pîrozbayî pêşkêşî balyoz kir û piştîvaniya herêma Kurdistanê jî bo wî bo pêşde birina zêdetir ya têkiliyên du alî diyar kir.

Balyozê Swîsê jî xwesteka welatê xwe bo bihêztir kirina têkiliyan li gel herêma Kurdistanê diyar kir û jiber serkeftina prosesa hilbijartinên parlementoyê jî pîrozbayî li me kir.

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.