Serok Barzanî li gel Konsulusê nû yê Almanyayê civiya

behsa pêngavên ava kirina hikûmeta nû jî hatiye kirin.
100%

Pîrozbayî li Serok Barzanî dike.

Îro li Pîrmamê Serok Barzanî pêşwaziya Konsulusê nû yê Almanyayê li Herêma Kurdistanê Albrecht von Wittke kir.

Di civînê de Konsulusê Almanyayê jiber serkeftî bûna hilbijartinê û herwiha serkeftina PDK pîrozbayî li Serok Barzanî kir û ev yek weke pêngaveke girîng ya herêma Kurdistanê bo qonaxeke nû ya jiyana siyasî bilêv kir.

Di civînê de giftûgo derbarê rewş û pêşhatên siyasî yên li Îraq û deverê û têkiliyên navbera hikûmeta herêmê û hikûmeta federalî hate kirin û nîqaş li ser pêngavên ava kirina hikûmeta nû ya herêma Kurdistanê hate kirin.

Di dawiya civînê de Serok Barzanî jî hêviya serkeftinê bo Konsulusê nû yê Almanyayê xwest û hêvî kir ku, têkiliyên navbera herêma Kurdistan û Almanyayê bihêztir bibin.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.